Êrîşên rejîma îşxalker li ser Xezzeyê berdewam dikin: 17 şehîd

Di êrîşên ku ji saetên serê sibê ve ji teref rejîma sîyonîst ve li ser deverên cuda yên Xezzeyê pêk tên de herî kêm 17 Filistînî şehîd bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê hatine bidestxistin, di encama hedefgirtina xaniyekî malbata Cûde li Kampa Penaberan a Şatî ya li rojavayê bajarê Xezzeyê de 11 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Bav û kurê wî di êrîşeke li ser malekê li Dêr Belaxê de şehîd bûn, di heman demê de dronên ku konên sivîlên koçber li rojavayê Xan Yûnisê hedef digirtin, bûn sedema mirina du Filistîniyên dinê.
Li Kampa Penaberan a Bureycê jî di êrîşeke asmanî ya li ser maleke malbata el-Xurubî de kesek şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de, rejîma sîyonîst herî kêm 57 hezar û 575 Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd kirine û 136 hezar û 879 kes jî birîndar kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa asmanî ya Rûsyayê, li ser Kîeva paytexta Ukraynayê de herî kêm şeş kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Erakçî diyar kir ku divê Emrîka berî destpêkirina danûstandinan zirarên ku di şerê 12 rojan de ji Îranê re çêbûne, tezmînat bide.
Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew ji bo bersivdayîna êrîşên ku li dijî Xezze û gelê Filistînê berdewam dikin, li dijî sîyonîstan sê operayonên cuda yên SÎHAyê li dar xistin.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim bi tundî bangên ji bo çekberdanê red kir û bal kişand ku bangên bi vî rengî xizmeta berjewendiyên rejîma sîyonîst dikin. Qasim her wiha navbeynkarê Emrîkayîî Tom Bruck bi zextkirina li ser Libnanê sûcdar kir.