Îranê li ser Tengava Hurmuzê daxuyaniyek da: Berevajî îddîaya Trump, ev rêya avê ya stratejîk bi tevahî girtî ye
Serfermandarê Giştî yê Îranê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul-Enbîya, Tumgeneral Alî Abdullahî, derbarê trafîka keştîyan li Tengava Hurmuzê de got: "Berevajî îddîayên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên bi rêya çapemenî û propagandayê ku Tengava Hurmuzê vekiriye, ev rêya avê ya stratejîk bi tevahî girtî ye û di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Îranê de ye."
Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê, Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul-Enbîya, Tumgeneral Alî Abdullahî yekîneyên leşkerî yên li peravên Tengava Hurmuzê kontrol kir.
Abdullahî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku hêzên bejayî û deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşê peravên Kendava Farsê, girav û Tengava Hurmuzê kontrol dikin û herêm di bin çavdêriyê de ye û got, "Berevajî îddîayên Serokê Emrîkayê yên bi rêya çapemenî û propagandayê ku Tengava Hurmuzê vekiriye, ev rêya avê ya stratejîk bi tevahî girtî ye û di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Îranê de ye."
Abdulahî diyar kir ku her keştîyek ku hewl bide di Tengava Hurmuzê de li derveyî rêya ku ji hêla Îranê ve hatî destnîşankirin derbas bibe, ew ê ewlehîya wan bixe talûkeyê, û hişyarî da ku hewldanên weha dikarin bibin sedema zirarê li keştîyan.
Abdullahî her wiha tekez kir ku hêzên çekdar ên Îranê yên li Kendava Farsê, giravên wê, Tengava Hurmuzê û peravên Kendava Ummanê li gorî serdemên berê di asta amadebaşiyê ya bilindtir de ne û bi alavên nûjen hatine teçhîzkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên li ser deverên cuda yên Şerîda Xezzeyê de heft Filistînî ku di nav wan de keçek biçûk bû hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Li Çîyayê Şengalê unsurên PKKê bi merasîmeke leşkerî ya hevpar ragihandin ku wan dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya serbixwe aniye û tevlî sîstema ewlehîya Îraqê bûye.
Netanyahu di peyamekê de ku di 26ê Cotmeha 2026an de hat weşandin, îddîa kir ku ger Komara Îslamî ya Îranê xwediyê çekên nukleerî be, hemû mijarên din ew ê bêwate bibin.