Îşxalkeran bi sûqesta ku ji Dîroknas Sînwar re lidarxistin armanc dike ku hişê zanistî îmhe bikin

Rejima sîyonîst a terorê, hedefgirtina akademîsyen û zanyarên Filistînî bi sîstematîkî didomîne, vê carê jî li dijî dîroknasê navdar û akademîsyenê Filistînê Zekerîya Sînwar sûîqestekî hat lidarxistin.
Sînwar, di encama bomberdmana kona Zekerîya el Sînwar ku li Kampa Penaberên Nuseyratê ye de giran birîndar bû.
Çavkanîyên tendurstîya Filistînê, diyar kir ku rewşa Zekerîya el Sînwar ku akademîsyen û dîroknas e û birayê Serokên Tûgayên Qessam û Hamasê Yahya û Muhammed e giran e, di êrîşê de pîreka Sînwar û sê zarokên wî şehîd bûn.
Rejima îşxalker, di pêvajoya herba li dijî Xezzeyê de nêzê 260 akademîsyen û zanyarên Filistînî yên ku rasterast eleqeya wan bi berxwedanê re tinene qetil kir.
Zekerîya Sînwarê 60 salî, di Zanîngeha Îslamî ya Xezzeyê de wek profesorê dîroka vê çaxê wezîfe dikir û ew bi xebatên xwe yên dîroka Fîlîstînê tê naskirin. Di heman demê de Sînwar damezrînerê Navenda Dîroka Bi Devkî ye û serokatîya vê navendê dikir.
Malbata wî, di sala 1948an de ji Eskalanê bi zorê hatibû koçkirin û li Xan Yûnisa başûrê Xezzeyê xwe bicîh kiribûn. Sînwar jî li vê derê yanê li Xan Yûnisê hatibû dinyayê. Dema ku di sala 1983yan de li Xan Yûnisê lîseyê qedand di Zanîngeha Îslamî ya li Xezzeyê lîsansa xwe temam kir û di Zanîngeha Eqsa ya li Xezzeyê de jî dîplomaya xwe ya perwerdehîya giştî stand.
Sînwar di sala 2003yan de di Enstîtûya Lêkolînan û Lêkolînên Ereban a li Qahîreyê de li ser Dîroka Sîyonîzmê lîsansa xwe ya bilind temam kir, dûre jî di sala 2006an de doktoraya xwe li vê derê dawî kir û ji Xezzeyê re vegerîya, di Zanîngeha Îslamî de jî dest bi dayîna dersan kir.
Di navbera sala 2000-2002yan de wezîfeya midûrtîya Navenda Dîroka Bi Devkî ya Zanîngeha Îslamî meşand, û li heman Zanîngehê di Beşa Dîroka Fakûlteya Edebîyatê de doçentîyê kir. Xeyn ji vana di Akademîya Herb a li Libnanê de jî wek endamê hînkirinê wezîfeyê dikir.
Malbata Sînwar, gelek navên muhîm di nav xwe de dihewîne: Doxtorê diranan Dr. Cemîl 72 salî, merhûm Dr. Cemîşe (69), Hamîd (emrê wî nayê zanîn), Dr. Zekerîya (62), şehîd serok Yahya Sînwar (58), Fadl (52) û Muhammed (48).
Artêşa îşxalê, ji serê sibeha 18ê Adara 2025an vir ve li giştîyê Xezzeyê dîsa êrîşên xwe yên asîmanî da destpêkirin û agirbestê xera kir, di van êrîşan de ji 12 hezaran zêdetir Filistînî şehîd bûne an jî birîndar bûne. Agirbest bi navbeynkarîya Emrîka, Misir û Qeterê ve hatibû temînkirin û nêzê 60 rojan berdewam kiribû.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve artêşa îşxalê bi alîkarî û piştgirîya Emrîkayê, li Xezzeyê piranîya wan zarok û pîrek ji 174 hezarî zêdetir Filistînîyan an şehîd an jî birîndar kir û bi vê şeklê qirkirinê bi kartîne. Xeyn ji vê hejmarê ji 14 hezarî zêdetir mirov jî hêna winda ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst, plan dike ku li sînora Urdinê ku 425 kîlometre ye xetek ewlehîyê çêbike. Wezîrê parastinê yê qaşo, vê gavê jî wek “Li hember teşebûsên veguherina cepheyan a ji sînora terorê re ya ji teref Îranê ve gavekî stratejîk e.” Wesifand.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, daxuyand ku micahîdên wan, hêzên îşxalkerên ku li alîyê bakurê Xezzeyê ve dimeşîyan hedef girtin, sê wesayît ketin nav kemînê û gelek leşkerên sîyonîst mirin an jî birîndar bûn.
Sîyonîstên îşxalker, li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşên xwe yên hewa, bejahî û topan didomînin, di encama wan êrîşan de herî kêm 17 Filistînî şehîd bûn.