Îşxalkeran Kampa Bureycê bomberdman kir: 10 şehîd

Hêzên îşxalkeran kampa El-Bureycaya li navenda Xezzeyê bomberdman kirin, di encamê de 2 jê zarok 10 kes şehîd bûn.
Artêşa îşxalê, di êrîşên xwe yên bi topê de yek jê zarok sê sîvîlan şehîd kir, 20 sîvîlan jî birîndar kir.
Cenazeyê şehîdan ji Nexweşxaneyên El Avde û El Eqsayê re hatin rakirin.
Li gorî çavkanîyên Filistînê, di encama êrîşa îşxalkeran de herî kêm 57 kes şehîd bûn. Ji şehîdan 14 kes jî li hêvîya alîkarîyê bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fuzeyên Îranê ku vê sibehê axên îşxalkirî hedef girtibû, li mala wezîrê berê yê Derdorê û endamê Partîya Likudê Danny Naveh ket.
Birayên Misilmanan nameyek ji Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyid Elî Xameneî re şand û piştgiriya xwe ya tevahî li dijî êrîşa sîyonîstan ragihand, sîyonîstan wekî dijminekî hevpar bi nav kir û tekezî li ser yekîtîya ummeta Îslamî kir.
Rejima sîyonîst ji noqteyên belavkirina alîkarîyê ya li Xezzeyê hedef girtin, di hedefgirtina Qorîdora Netzarîmê de 16 Filistînî şehîd bûn, ji 100î zêdetir sîvîl jî birîndar bûn. Doh jî di êrîşeke heman de herî kêm 50 sîvîl şehîd bûn.
Îranê, ji Tel Avîv û herêmên cuda yên rejima îşxalker re operasyonên cuda li dar xist. Di operasyona hewayî ya ku sîstemên hewayê bêtesîr man de cîhên gelek muhîm hatin hedefgirtin.