Îşxalkeran kampa konan bomberdman kirin: 9 şehîd

Di êrîşa hewayî ya ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hat kirin de 9 Filistînî şehîd bûn. Êrîşên li ser malekê li Xan Yûnis û kampên konan li navenda Xezzeyê bûn sedema candayînan.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Xezzeyê hat bidestxistin, di êrîşên ku balafirên îşxalker ên sîyonîst li ser Xan Yûnis û navenda bajarê Xezzeyê kirin de 9 Filistînî şehîd bûn.
Pêşî, maleke malbata Baraka hate ragihandin ku li devera Benî Sahilah, li rojhilatê Xan Yûnisê, hate hedefgirtin. Di êrîşê de 4 kes şehîd bûn û hinek welatî jî birîndar bûn. Piştre jî 4 konên li stargehên demkî yên li nêzî Kolana Şehîd Yasir Erefat a navenda Xezzeyê hatibûn bicihkirin, hatin bombekirin. Di êrîşê de 4 Filistînîyên din jî şehîd bûn.
Di heman rojê de li Dêra Zorê li cihekî din ê ku ji aliyê balafirên dagirkeriyê ve hatibû hedefgirtin, Filistînîyek şehîd bû. Vê êrîşê careke din nîşan da ku sîyonîstên îşxalker hedefgirtina xelkê didomînin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşan de bi tevahî 9 şehîd bûne. Her wiha hat ragihandin ku gelek birîndar ji bo dermankirinê hatine nexweşxaneyên li Xezzeyê. Her ku êrîş li herêmê rageşiyê zêde dike, berxwedana gelê Xezzeyê jî bênavber didome. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat îfadekirin ku li peravên Mindanaoyê, li nêzê Giravên Talauda Endonezyayê di mezinahîya 6,2yan de erdhej pêk hat. Di encamê de candayîn û zerara maddî çênebû û hişyarîya tsûnamîyê nehat dayîn.
Cemaata Îslamî ya Lubnanê piştî şehadeta yek ji fermandarên pêşeng ê xwe yê bi navê Şêx Huseyîn Atvî li başûrê Beyrûtê di êrîşa hewayî ya sîyonîstan de peyama sersaxiyê weşand.
Li wîlayeta Oklahomaya Emrîkayê piştî bataneke dijwar lehî çêbû, di encama lehî û bahozê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.