Agirbesta sexte li Xezzeyê: 6 şehîd, gelek birîndar
Di encama êrîşên hewayî û gulebaranê yên hêzên îşxalker ên sîyonîst li deverên cuda yên Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn.
Êrîşên hêzên îşxalker ên sîyonîst li ser Xezzeyê berdewam dikin. Di encama êrîşên hewayî û gulebaranê yên li ser sivîlên Filistînî de şeş kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşeke asmanî ku li derdora Navenda Kirînê ya Panda li rojavayê bajarê Xezzeyê pêk hat de, 4 Filistînî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Di êrîşeke din de ku li ser Kolana Jaffa ya taxa Tuffah a rojhilatê Xezzeyê komek Filistînî hedef girt, Muhammed Welîd el-Necjahê 44 salî hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Mûsa Ebû Dan, ku roja Înê li herêma Mawasî ya li başûrê Xan Yûnisê di êrîşa hêzên îşxalker de birîndar bû, jî ji ber birînên xwe canê xwe ji dest da û şehîd bû.
Şehîd Ebdulrezaq el-Necarê şeş salî ku li rojavayê bajarê Xezzeyê di çadira xwe de bû, piştî ku bi guleyên leşkerên îşxalker ên siyonîst bi giranî birîndar bû, şehîd bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê Basim Naîm diyar kir ku ew tehdîdên kuştinê yên li dijî serokê tevgerê yên ji aliyê qaşo Wezîrê Parastinê yê rejîma îşxalker îsraîl Katz ve hatine kirin, bi ciddî digirin û got ku ev tehdîd di heman demê de wekî propagandaya hilbijartinê jî têne bikaranîn.
Rayedarên Pakistanî piştî ragihandina rewşa awarte û danîna herêmê di bin desthilata walîtiyê de, serokwezîrê wîlayeta Xeyber Pextûnxwayê Suheyl Afridi, û çend wezîrên kabîneya wî girtin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî û hevkrê wî yê Siûdî Feysel Bin Ferhan di pêwendiyeke telefonî de li ser şerê li Yemenê axivîn.
Di êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve li deverên cuda yên Xezzeyê hatin kirin de 5 Filistînî şehîd bûn.