Artêşa îşxalker herêma dorpêçkirî ya li El Xelîlê wekî herêmeke leşkerî ya girtî ragihand
Artêşa îşxalker herêma Eyn Dêr Behha ya li El Xelîlê, li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, wekî herêmeke leşkerî ya girtî ragihand.
Ambargoya ku ji aliyê artêşa îşxalker ve li El Xelîlê hatiye ferzkirin, di roja heştemîn de berdewam dike.
Leşker bi girtina xalên ketin û derketinê yên ber bi herêmên El-Celade û Eyn Deyr Bahha tevgera Filistîniyan sînordar dikin.
Li gorî şahidên bûyerê, wesayîtên leşkerî yên îşxalker ên sîyonîstan bi rêya hoparloran ragihandin ku Eyn Deyr Behha wekî herêmeke leşkerî ya girtî hatiye ragihandin û her kesê ku nêzîkî herêmê bibe ew ê wekî "talûke" were hesibandin.
Hat ragihandin ku zêdetirî 10 Filistînî yên ku nêzîkî herêma ku xanî lê hatine hilweşandin bûne, hatine girtin, neçar mane ku bi destên xwe yên li jor serê xwe girtî bisekinin û ji aliyê leşkerekî sîyonîstî ve ber bi cihekî nenas ve hatine birin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Emrîka ji ber êrîşa leşkerî ya muhtemel a li ser Îranê amadekariyên xwe yên leşkerî li Rojhilata Navîn leztir dike, û çalakiya xwe ya li herêmê bi girîngî zêde dike.
Di bernameya lêpirsînê ya "Tiştê ku Veşartî ye Mezintir e" de, qeydên ku berê nehatine weşandin ên têkildarî jiyana Muhammed Deîf û serokatiya wî ya Tûgayên Qessam, û her weha belgeyên têkildarî pêvajoya amadekariyê ya Operasyona Eqsayê, hatin parvekirin.
Di êrîşeke çekdarî de li wîlayeta Kebbi ya Nîjeryayê, 12 kes, ku yek ji wan polês bû, hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.