Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 12 mirî, gelek birîndar
Di êrîşeke çekdarî de li wîlayeta Kebbi ya Nîjeryayê, 12 kes, ku yek ji wan polês bû, hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî raporên çaprmenîya herêmî, endamên koma Lakurawa li herêma Besse-Shanga ya li wîlayeta Kebbiyê êrîşeke çekdarî pêk anîn.
Di êrîşê de, 12 kes, ku yek ji wan polês bû, hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku di êrîşê de gelek kes hatin revandin û gelek xanî hatin şewitandin û kelûpelên xwarinê yên xelkê herêmî hatin talankirin.
Nîjerya demek dirêj e li herêmên cuda êrîşên çeteyên çekdar lê tên kirin.
Lakurawa di Çileya 2025an de ji aliyê hikûmeta welat ve wekî rêxistineke terorîst hate îlankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa îşxalker herêma Eyn Dêr Behha ya li El Xelîlê, li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, wekî herêmeke leşkerî ya girtî ragihand.
Baran û lehîyên dijwar ên ku tesîrî bajarên cuda yên Sûrîyeyê kirin, bûn sedema mirina mirovan. Wezareta Rewşên Awarte û Bersivdayîna Karesatan a Sûrîyeyê ragihand ku herî kêm 5 kes ku di nav de 4 zarok bûn, di lehîyê de mirine û 5 kesên din jî winda ne.
Dorpêça artêşa îşxalker a li ser bajarê El Xelîlê ketiye roja xwe ya heftemîn. Her çend deriyên sînor ên li Bajarê Kevin girtî ne jî, Filistînî li xalên kontrolê tên rawestandin û lêgerîn.