Beşîktaş di pêşbirka bi bûyer de bi ser ket
Di hefteya pêncemîn a Lîga Ewrûpayê ya UEFAyê de, Beşîktaşê Hapoel Beer-Sheva, ekîbek ku nûnertiya rejîma sîyonîst dike, bi skora 2-1 têk bir.
Ji ber ku polêsên Gurcistanê li dijî alîgirên Beşîktaşê yên ku alên Filistînê nîşan dan, gaza rondikrêj bikar anîn, maç bi qasî 40 deqîqeyan hate rawestandin.
Beşîktaş di hefteya 5emîn a Lîga Ewrûpayê ya UEFAyê de li Stadyuma Batumi Dynamo ya li Batumi ya Gurcistanê bi Hapoel Beer-Sheva ya nûnerê rejîma sîyonîst re rûbirû bû.
Di deqîqeya 25emîn a maçê de li beşa alîgirên Beşîktaşê ya stadyûmê alozî derket. Piştî ku polêsên Gurcistanê li dijî alîgirên bi cilên reş û spî yên ku pankartek ji bo piştgiriya Filistînê daliqandibûn gaza rondikrêj bikar anîn, lîstik hate rawestandin.

Her ku alozî berdewam dikir, hakemê maçê Morten Krogh û alîkarên wî çûn odeya cilgûherrandinê. Piştî ekîba hakemtiyê, lîstikvanên her du taximan jî ji qadê derketin.
Piştî ku bûyer bi dawî bûn, hakem û lîstikvan vegeriyan qadê.
Beşîktaşê maç bi 2-1 qezenc kir û di Lîga Ewrûpayê ya UEFAyê de sê xal bi dest xist.
Futbolîstên Beşîktaşê piştgiriyê didin Filistînê

Piştî fînala dawî, lîstikvanên Beşîktaşê li ber pankarta ku li pişt golê hatibû daliqandin û li ser wê "Li dijî dagirkeriyê serhildan, ji bo Filistînê azadî" hatibû nivîsandin, ji bo wêneyekî serketinê poz dan.
Futbolîstên bi pêşengiya kaptan Orkun Kokçu li ber pankartê kom bûn û peyama piştgiriyê ji Filistînê re şandin. Lîstikvanê Beşîktaşê Outtara jî ala Filistînê ya ku ji tribunan girtibû, li ser tabela UEFAyê ya li kêleka qadê daliqand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber baran û bahozên dijwar ên li başûr û başûrê rojhilatê Brezîlyayê, heşt kes mirin.
Li parêzgeha Sindh a li başûrê Pakistanê, ji ber hilweşîna avahiyek ku di bin çêkirinê de bû, sê kes mirin û 14 kes birîndar bûn.
Di qezaya trafîkê ya ku li Cezayîrê pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.