Çeteya îşxalker êrîşî bakurê Xezzeyê kir: 8 şehîd

Balafirên herbê yên rejima sîyonîst li dijî bakurê Xezzeyê êerîşên asîmanî pêk anît, di encamê de 8 Filistînî şehîd bûn.
Êrîşên rejima sîyonîst ên li dijî Xezzeyê dijwartir dibin, di vê pêvajoyê de Taxên Tuffah û El Beleda Cîbalîyeyê hatin hedefgirtin.
Li gorî nûçeya WAFAyê, di êrîşa ku li herêma Cîbalîyeyê li dijî mala malbata Şabanê hatîye lidarxisitn de 3 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku li bakurrojhilata Xezzeyê Dibistana Yafayê ku sîvîl xwe sipartibûnê hat hedefgirtin. Di êrîşê de 5 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Çeteya îşxalê, ji xerakirina agirbestê vir ve êrîşên xwe dijwartir kir. Ji dîroka 18ê Adarê vir ve jî hezar û 890 Filistînî şehîd bûn, nêzê 4 hezar û 950 Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Serî ragihand ku wan bi fuzeya balîstîk a hîpersonîk li Heyfaya îşxalkirî û bi dronê jî li Yafayê operasyon pêk anîn.
Li Keşmîra ku di bin îşxala Hîndistanê de ye, komên çekdar êrîşî geştyaran kirin, di encama êrîşê de herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dan.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, derheqê tarîfeyên gumrukê yên ku ji Çînê re didin tetbîqkirin de îfade kir ku ew ê li hemberî wan tewr û sekinekî dijwar negirin.