Derbeya Hîpersonîk a Ensarullahê li rejîma sîyonîst: Hedef Heyfa û Yafa

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Serî ragihand ku wan bi fuzeya balîstîk a hîpersonîk li Heyfaya îşxalkirî û bi dronê jî li Yafayê operasyon pêk anîn.
Hêzên Çekdar ên Yemenê du operesyonên leşkerî yên cuda yên "kalîte" li dijî rejîma îşxalker a sîyonîst kirin hedef.
Berdevkê Artêşê Orgeneral Yahya Serî bi daxuyaniyekê ragihand ku hedefeke jiyanî ya li Hayfayê bi fuzeya balîstîk a hîpersonîk hatiye xistin.
Serî da zanîn ku mûşek bi awayekî serketî gihişte armanca xwe û sîstemên berevaniya asmanî yên rejîmê nekarîn mûşekê rawestînin.
Serî diyar kir ku piştî êrîşê di nav sîyonîstên îşxalker de panîkek mezin derket û wiha got, "Zêdeyî 2 milyon sîyonîst ber bi sitargehan ve bazdan."
Di heman daxuyaniyê de hat parvekirin ku li Yafayê jî balafireke bêmirov a bi navê "Yaffa" li hedefeke din a girîng hatiye xistin.
Berdevk Serî di dawiya daxuyaniya xwe de ev îfade bi kar anî:
"Em ê li cem gelê Filistînê yê bindest bisekinin û heta ku êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî bibin û dorpêç bê rakirin em ê operasyonên xwe bidomînin."
Tevgera Ensarullaha Yemenê bersiva êrişên sîyonîstên îşxalker ên dijî gelê Filistînê didomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Keşmîra ku di bin îşxala Hîndistanê de ye, komên çekdar êrîşî geştyaran kirin, di encama êrîşê de herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dan.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, derheqê tarîfeyên gumrukê yên ku ji Çînê re didin tetbîqkirin de îfade kir ku ew ê li hemberî wan tewr û sekinekî dijwar negirin.
Balafirên herbê yên rejima sîyonîst li dijî bakurê Xezzeyê êerîşên asîmanî pêk anît, di encamê de 8 Filistînî şehîd bûn.