Çeteyên Cihû êrîşî malên Filistînîyan kirin
Bajarokê Burin ê li başûrê Nablusê bû cihê êrîşeke nû ya çeteyên Cihûyan. Çeteyan xaniyek hedef girtin, du wesayît wêran kirin û di êrîşa gaza rondikrêj de zilamekî Filistînî û zarokên wî birîndar kirin.
Çeteyên cihû yên sîyonîst li bajarokê Burinê yê li başûrê Nablusê li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî êrîşî malên Filistîniyan kirin.
Li gorî serokê Meclîsa Gundê Burin Îbrahîm Îmran, çeteyên Cihû yên ji wargeha Yitzhar di şevê de mala Hîşam Zeben hedef girtin. Êrîşkaran du wesayîtên li hewşa malê wêran kirin û zirara maddî dan.
Çeteyên Cihû di saetên sibehê de êrîşên xwe berdewam kirin. Welatiyê Filistînî Ayman Atallah Sufan û zarokên wî dema ku ji mala xwe derdiketin, ji aliyê çeteyên Cihû ve bi gaza îsotê rastî êrîşê hatin.
Bav û zarokên wî yên ku di êrîşê de birîndar bûn, ji bo dermankirinê ji Navenda Lezgîn a Ibn Sîna re hatin birin.
Di demên dawî de, êrîşên çeteyên Cihû yên sîyonîst li ser gund û bajarokên Filistînî yên li deverên cuda yên Şerîaya Rojava zêde bûne û Burîn di nav wargehên ku pir caran rastî êrîş û serdegirtinan tên de ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê şer ê rejîma îşxalker got ku digel daxwaza vekişînê ya Emrîkayê jî, artêşa îşxalker ew ê li Başûrê Lubnanê bimîne.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîstî ya li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kuştin gihîştiye 73 hezar û 41 kesan.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku ew amade ye ji bo ji nû ve destpêkirina mizakereyên aştiyê bi Ukraynayê re, û Mizakereyên Stenbolê yên sala 2022an wekî model nîşan da.