Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 73 hezar û 041an
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîstî ya li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kuştin gihîştiye 73 hezar û 41 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê daxuyaniyek nivîskî weşand û derbarê kuştî û birîndarên ji ber êrîşan de agahî parve kir.
Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de 2 şehîd û 14 birîndar ji nexweşxaneyên li Xezzeyê re hatine veguhastin.
Ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve, ji dema ku agirbest li Xezzeyê dest pê kir, di êrîşên rejîma sîyonîst de 1029 kes şehîd bûn û 3294 kes jî birîndar bûn. Her wiha, cenazeyên 785 kesan ji bin xirbeyan hatin derxistin.
Li gorî daneyan, hejmara şehîdên ku di êrîşên ji Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hatine kirin de gihîştiye 73 hezar û 41î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 402î.
Rayedar dibêjin ku bi hezaran cenaze hêna jî di bin xirbeyên avahiyên wêranbûyî yên li seranserê Şerîda Xezzeyê de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê şer ê rejîma îşxalker got ku digel daxwaza vekişînê ya Emrîkayê jî, artêşa îşxalker ew ê li Başûrê Lubnanê bimîne.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku ew amade ye ji bo ji nû ve destpêkirina mizakereyên aştiyê bi Ukraynayê re, û Mizakereyên Stenbolê yên sala 2022an wekî model nîşan da.
Bajarokê Burin ê li başûrê Nablusê bû cihê êrîşeke nû ya çeteyên Cihûyan. Çeteyan xaniyek hedef girtin, du wesayît wêran kirin û di êrîşa gaza rondikrêj de zilamekî Filistînî û zarokên wî birîndar kirin.