Wezîrê şer ê sîyonîst got ku ew ê ji Başûrê Lubnanê venekişin
Wezîrê şer ê rejîma îşxalker got ku digel daxwaza vekişînê ya Emrîkayê jî, artêşa îşxalker ew ê li Başûrê Lubnanê bimîne.
Wezîrê Parastina Lubnanê yê ji aliyê sîyonîstan ve hat destnîşankirin, îsraîl Katz got ku heta Emrîkayê jî daxwaz bike jî, ew ê ji başûrê Libnanê venekişin.
Katz di konferansekê li Tel Avîvê de axivî û diyar kir ku 200.000 niştecihên Lubnanî yên ku bi darê zorê ji malên xwe yên li başûrê Lubnanê hatine derxistin, ew ê destûr neyê dayîn ku vegerin.
Katz astengiyê bi îşaretkirina bûyerên berê yên teqemeniyan û êrîşên li dijî leşkerên îşxalker li "herêmên ewlehiyê yên ku nifûsa sivîl jî lê hebû" rewa kir.
Katz got, "Li hundir leşker hene, li derve niştecih hene. Binesaziyê wêran kiriye, xanî di bin tehdîdê de ne û hatine hilweşandin. Em paşve venakişin."
Gideon Saar, "wezîrê karên derve" yê rejîma îşxalker, di heman konferansê de diyar kir ku Hîzbullah ji Adara îsal ve zêdetirî 7.000 roket, mûşek û dron ji Lubnanê ber bi rejîma îşxalker ve avêtine.
Ji meha Adarê ve, rejîma îşxalker û Hîzbullah ketine merhaleyeke nû ya şerê çekdarî. Piştî destpêkirina şer, rejîma îşxalker li başûrê Lubnanê êrîşên berfireh da destpêkirin û li gorî hejmarên fermî yên Lubnanê, di van êrîşan de zêdetirî 4 hezar kes hatine qetilkirin.
Hefteya borî peymana agirbestê hate ragihandin. Lêbelê, tevî bangên dubare yên ji Lubnanê ji bo vekişîna tevahî ya rejîma îşxalker, sîyonîst îşxala xwe ya li başûrê Lubnanê didomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîstî ya li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kuştin gihîştiye 73 hezar û 41 kesan.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku ew amade ye ji bo ji nû ve destpêkirina mizakereyên aştiyê bi Ukraynayê re, û Mizakereyên Stenbolê yên sala 2022an wekî model nîşan da.
Bajarokê Burin ê li başûrê Nablusê bû cihê êrîşeke nû ya çeteyên Cihûyan. Çeteyan xaniyek hedef girtin, du wesayît wêran kirin û di êrîşa gaza rondikrêj de zilamekî Filistînî û zarokên wî birîndar kirin.