Di êrîşa çeteyên îşxalker a bi şev a li ser Xezzeyê de 14 Filistînî şehîd bûn

Di êrîşên hewayî û topan ên çeteyên îşxalker ên li ser Xezzeyê yên tevahiya şevê de pêk anîn de herî kêm 14 kes ku di nav de zarok jî hene şehîd bûn.
Êrîşên çeteyên îşxalker ên li ser herêmên cuda yên Xezzeyê di tevahiya şevê de careke din sivîl kirin hedef. Li gorî çavkaniyên herêmî di encama êrîşan de herî kêm 14 kes şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.
Li gor agahiya ku ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê ragihand, herêmên ku ji ber êrîşan herî zêde zirar dîtine Xan Yûnis, Xezze û Dêr el-Belah in.
Li herêma Es-Sikke ya Xan Yûnisê di êrîşa hewayî ya li ser malekê de 9 kes ku 2 jê zarok bûn şehîd bûn. Di heman êrîşê de 13 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji ber topbarana li ser Taxa El-Ketîbe gelek sivîl birîndar bûne.
Di êrîşên ku li bakurê bajarê Xezzeyê û li Deyr el-Belahê hatin kirin de 5 kesên ku di nav wan de bijîşkek jî heye şehîd bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat îfadekirin ku li peravên Mindanaoyê, li nêzê Giravên Talauda Endonezyayê di mezinahîya 6,2yan de erdhej pêk hat. Di encamê de candayîn û zerara maddî çênebû û hişyarîya tsûnamîyê nehat dayîn.
Cemaata Îslamî ya Lubnanê piştî şehadeta yek ji fermandarên pêşeng ê xwe yê bi navê Şêx Huseyîn Atvî li başûrê Beyrûtê di êrîşa hewayî ya sîyonîstan de peyama sersaxiyê weşand.
Di êrîşa hewayî ya ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hat kirin de 9 Filistînî şehîd bûn. Êrîşên li ser malekê li Xan Yûnis û kampên konan li navenda Xezzeyê bûn sedema candayînan.
Li wîlayeta Oklahomaya Emrîkayê piştî bataneke dijwar lehî çêbû, di encama lehî û bahozê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.