Di êrîşa çeteyên îşxalker a li ser Xezzeyê de 13 kes şehîd bûn

Di êrîşên hewayî yên çeteyên îşxalker ên li ser noqteyên cuda yên Xezzeyê de jin û zarok jî di nav de 13 Filistînî şehîd bûn.
Di êrîşên hewayî yên çeteyên îşxalker ên li dijî herêmên cuda yên li Xezzeyê de 6 jê ji heman malbatê bi tevahî 13 Filistînî şehîd bûn.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê, di encama bomberdûmana ku li Taxa Şêx Ridwan a bajarê Xezzeyê hat kirin da malbateke ku ji dê, bav û 4 zarokan pêk dihat şehîd bûn.
Li herêma El-Sewariha ya Kampa Penaberan a Nuseyrat a li navenda Xezzeyê, di êrîşa ku li konê ku koçberên ji malbata Ferecullah tê de bûn de 3 kes şehîd bûn.
Mala malbata Necar a li herêma Kiyzan El-Necar a li başûrê bajarê Xan Yûnisê bû hedef. Di êrîşê de mêrek û pîreka wî şehîd bûn, di encama bombebarana konekî din ê ku sivîlên derbider li herêma El-Etar li Xezzeyê tê de cih digirtin de jî du zarok şehîd bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kîev a paytexta Ukraynayê, bi şev bû hedefa êrîşên balafirên bêmirov û mûşekan ên Rûsyayê. Herî kêm 2 kes mirin û 54 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Serî ragihand ku wan bi fuzeya balîstîk a hîpersonîk li Heyfaya îşxalkirî û bi dronê jî li Yafayê operasyon pêk anîn.
Li Keşmîra ku di bin îşxala Hîndistanê de ye, komên çekdar êrîşî geştyaran kirin, di encama êrîşê de herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dan.