Ebû Ubeyde operasyona El Xelîlê pîroz kir û banga întîfadayekê li dijî dagirkeriyê kir
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam Ebû Ubeyde, baskê leşkerî yê tevgera berxwedana Îslamî Hamas, çalakiya çekdarî ya li El Xelîlê Şerîaya Rojava pîroz kir û bang li Filistîniyan kir ku li dijî dagirkeriyê întîfadayê bidin destpêkirin.
Ebû Ubeyde bang li Filistîniyan kir ku ji bo parastina Mescîda Eqsayê rabin û li hember êrîşên hêzên dagirker ên li Şerîaya Rojava û kampan bersivê bidin.
Piştî êrîşê, berdevkê Tûgayên Qessam di daxuyanîyekê li ser Telegramê de daxwaza piştgiriyê ji bo Filistîniyên li Şerîda Xezzeyê dijîn kir û diyar kir ku ew zilm û teslîmbûnê red dikin.
Doh, li nêzîkî bajarê El Xelîla li başûrê Şerîaya Rojava, di êrîşeke çekdarî de şeş leşkerên sîyonîst birîndar bûn, du ji wan bi giranî birîndar bûn. Artêşa îşxalke ragihand ku du ji kesên ku êrîş pêk anîne şehîd bûne.
Komên Filistînî jî operasyona El Xelîlê pîroz kirin. Hamasê, di daxuyaniyekê de li ser vê mijarê, got ku operasyon îradeya gelê Filistînê ya ji bo berxwedanê nîşan dide.
Hamasê diyar kir ku çalakvan di pevçûnên bi hêzên îşxalker re şehîd bûne, û got ku ev kiryar tolhildanek xwezayî û rewa ye ji bo kuştinên hêzên îşxalker li Şerîaya Rojava û Qudsê û êrîşên wan ên berdewam li Xezzeyê.
Hamasê tekez kir ku gelê Filistînê heta ku dagirkerî bi dawî nebe ew ê tu carî teslîm nebe û çekên xwe deyne erdê û bang li niştecihên Şerîaya Rojava kir ku li dijî dagirkeriyê berxwedanê zêde bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bo şermezarkirina êrîş û îxlalkirinên dagirkeriya sîyonîst li başûrê Sûrîyeyê li gelek herêman xwepêşandan hatin lidarxistin.
Erdhejeke bi pileya 7.2 li peravên Vanuatu, welatekî giravî li Başûrê Pasîfîkê, hejand. Derbarê qurbanî, zirar an jî metirsiya tsûnamiyê de hîn ti agahî nehatiye piştrastkirin.
Piştî tundûtûjî û talankirina ku di xwepêşandanên 17ê Cotmehê yên " Êlegên Bi Zer" de li Fransayê qewimîn, tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin. Tevî qedexekirina xwepêşandanan jî, 70.000 polês û cenderme ew ê ji bo xwepêşandanên ku tê texmînkirin di 24ê Cotmehê de pêk werin werin belavkirin.