Emrîkayê û Îranê ji bo bidawîanîna pevçûnan mutebeqetek îmze kirin
Hat ragihandin ku nûnerên Îran û Emrîkayê guhertoya dawî ya mutebeqetê têgihîştinê ya ji bo bidawîanîna pevçûnan îmze kirine.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî derengiya şevê ragihand ku nûnerên Îran û Emrîkayê guhertoya dawî ya mutebeqetekê têgihîştinê ya ji bo bidawîanîna pevçûnan îmze kirine.
Beqaî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona dewletê IRIB TV got ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan û Serokkomarê Emrîkayê Donald Trump mutebeqeteke têgihîştinê (MoU) îmze kirine ku armanca wê bidawîanîna şerê di navbera her du welatan de bi formata dîjîtal e.
Li gorî medyaya Îranê, "Peyman di dawiyê de ji aliyê her du aliyan ve hate dawîkirin û îmzekirin."
Hate zanîn ku ji bo peymanê merasîmek nehatiye lidarxistin; aliyan kopiyên îmzekirî yên peymanê guherandin.
Trump bi xwe bi Îranê re peymanek îmze kir.
Axios, bi îddîaya çavkaniyên xwe, ragihand ku Serokê Emrîkayê Donald Trump bi Îranê re mutebeqetek têgihîştinê îmze kiriye.
Li gorî wî, Trump belge di şîveke gala de ku ji hêla Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve li Versaillesê hatibû lidarxistin, îmze kiriye.
Nusxeyên belgeya îmzekirî ji Îran û welatên navbeynkar re hatin şandin.
Li gorî raporên medyaya rojavayî, wezîfeyên ku Washington û Tehranê li xwe girtine tenê piştî îmzekirina mutebeqeta têgihîştinê dikevin meriyetê.
Mutebeqeta têgihîştinê ya 14 maddeyî
Li gorî Tasnimê, Komara Îslamî ya Îranê û Emrîkayê bi hev re û bi niyeteke baş li ser 14 maddeyan li hev kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên erdheja bi pileya 6.7 ku hefteya borî li herêma Sulawesiya Navîn a Endonezyayê qewimî, gihîşt sê kesan.
Santralên petrokimyayî ji %90ê wê ji nû ve dest bi hilberînê kirine.
Çapemenîya Lubnanê, diyar dike ku rejima îşxalker, li dijî başûrê welat êrîşan pêk anît.
Ji 458an zêdetir mehkûmên Efxen ên ku ji girtîgehên Pakistanê hatin serbestberdan, vegerîyan malên xwe.