Emrîka û Elmanya ji rejima îşxalker re alîkarî şand: 14 balafirên kargoyên leşkerî gihaştin Tel Avîvê

Di demekê de ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Îranê didomîne, Emrîka û Elmanya 14 balafirên kargoyê yên leşkerî ji bona ku rasterast piştgiriyê bidin artêşa îşxalker şandin axên îşxalkirî. Hejmara giştî ya balafirên leşkerî yên ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştine rejîma sîyonîst ji 800î derbas bûye.
Wezareta Parastinê ya qaşo ya rejîma sîyonîst ragihand ku 14 balafirên kargoyê yên leşkerî ku ji Emrîka û Almanya ve hatine şandin gihîştine Tel Avîvê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca şandinê xurtkirina "amadekariya operasyonel" a rejîmê di nav aloziyên leşkerî yên bi Îranê re ye.
Hat diyarkirin ku balafirên ku hatine şandin, di çarçoveya xetên lojîstîkê yên hewayî û deryayî de ne.
Her çend wezaretê hûrgiliyên derbarê naveroka alavên şandî de neda jî, tekez kir ku ew alîkarî berdewamiya zêdetirî 800 balafirên barhilgir e ku ji êrîşên îşxalker ên li ser Xezzeyê yên di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştine rejîma sîyonîst.
Washington û Berlîn bêdeng in
Derbarê vê barkirina dawî ya ji Emrîka û Elmanya de hêna jî ji herdu paytextan ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Di van rojên ku şer dijwartir dibe de, piştgiriya leşkerî ya ku ji rejîma sîyonîst re tê dayîn, bi taybetî di raya giştî ya Ewrûpayê de dibe sedema bertekên tund. Hinek rêxistinên civaka sivîl û komeleyên mafên mirovan li Elmanya bi tundî rexne li berdewamiya alîkariya leşkerî ya Berlînê dikin.
Rêveberiya Washingtonê di tevahiya şerê li Xezzeyê de hem piştgiriya cebilxane û hem jî ya îstîxbaratê da rejîma sîyonîst. Li gorî hinek çavkaniyên girêdayî Pentagonê, barhilgirên cebilxaneya pêşketî yên ku tenê di du mehên dawî de ji rejîmê re hatine şandin, ji nêzîkî milyarek dolarî derbas bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gelê Îranê, li dijî destdirêjiya rejîma sîyonîst yekgirtî, li Tehranê û li giştîyê welat meşek hêrs û serkeftinê li dar xist.
Rejima îşxalker li Xezzeyê herba xwe ya qirkirina didomîne. Di roja 95emîn de, herî kêm 95 Filistînîyên ku di nav wan de yên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî hene hatin şehîdkirin. Îşxalkerên sîyonîst, gelê ku dorpêç kirîye bi birçîbûnîyê dixwaze ku tune bike û cîhên ku gel li hêvîya alîkarîyê ne jî hedef digre.
Sîyonîstên îşxalker, di seatên serê sibehê de li dijî El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşeke berfireh da destpêkirin, di êrîşê de herî kêm 30 Filistînîyan êsîr girtin. Di êrîşan de gelek xanî hatin lêgerînkirin, nav malan hatin wêrankirin û hinek Filistînî hatin derpkirin.