Gelê Îranê li dijî îşxalkerîya sîyonîst nerazîbûn nîşan da

Gelê Îranê, li dijî destdirêjiya rejîma sîyonîst yekgirtî, li Tehranê û li giştîyê welat meşek hêrs û serkeftinê li dar xist.
Piştî nimêja înê, li giştîyê welat û li Tehranê di heman demê de meşên serkeftin û hêrsê hatin lidarxistin.
Bi milyonan kes li ser banga Konseya Kordînasyona Propagandaya Îslamî kom bûn, li Tehran û hemû bajarên welat peyama yekîtîyê dan û rejîma îşxalker hişyar kirin.
Di meşan de, xelkê nefret û hêrsa xwe ya li hember êrîşkariya rejîma sîyonîst a li dijî Îranê nîşan dan, di heman demê de hevgirtin û piştgiriya xwe ya ji bo hêzên çekdar û berxwedan û biryardariya xwe ya li hember êrîşkariya dijmin nîşan dan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di demekê de ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Îranê didomîne, Emrîka û Elmanya 14 balafirên kargoyê yên leşkerî ji bona ku rasterast piştgiriyê bidin artêşa îşxalker şandin axên îşxalkirî. Hejmara giştî ya balafirên leşkerî yên ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştine rejîma sîyonîst ji 800î derbas bûye.
Rejima îşxalker li Xezzeyê herba xwe ya qirkirina didomîne. Di roja 95emîn de, herî kêm 95 Filistînîyên ku di nav wan de yên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî hene hatin şehîdkirin. Îşxalkerên sîyonîst, gelê ku dorpêç kirîye bi birçîbûnîyê dixwaze ku tune bike û cîhên ku gel li hêvîya alîkarîyê ne jî hedef digre.
Sîyonîstên îşxalker, di seatên serê sibehê de li dijî El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşeke berfireh da destpêkirin, di êrîşê de herî kêm 30 Filistînîyan êsîr girtin. Di êrîşan de gelek xanî hatin lêgerînkirin, nav malan hatin wêrankirin û hinek Filistînî hatin derpkirin.