Emrîkaya Îşxalker li dijî Yemenê 6 êrîşan pêk anît

Artêşa Emrîkaya îşxalker, bajarên Marîb û Amrana Yemenê hedef girt, 6 êrîşên asîmanî li dar xist.
Artêşa Emrîkaya kedxwar, li navçeya Medgala Marîbê 4, li dijî navçeya Hecî Sufyana Amranê jî 2 êrîşan pêk anît.
Di encama êrîşan de derheqê candayîn anjî birîndarbûn pêk hatin an jî nehatin de tu daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.
Tevgera Ensarullahê Yemenê, bi armanca berteknîşandayîna êrîşên sîyonîstan a li dijî Xezzeyê li Behra Sor û Kendava Adenê operasyonên leşkerî li dar dixe.
Sîvîl tên hedefgirtin
Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump, li dijî Ensarullaha Yemenê emrê “êrîşeke mezin” da.
Encax artêşa Emrîkaya îşxalker, weka ku li Iraq û Efxenistanê kir li Yemenê jî sîvîlan hedef digre.
Di êrîşên Emrîkayê de heta niha piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 217 kes şehîd bûn, 436 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Waîzê qaşo yê Kuweytî Lafî el-Azmî, îddîa kir ku li Filistînê cîhad tuneye û berxwedêrên li Xezzeyê jî wek “mişkên tinêlan” wesifand, ev jî ji teref derdorê Îslamî ve bû sedema bertekan.
Serokê Filistînê Mahmûd Abbas di axaftina xwe ya li Şerîeya Rojava de HAMASê weke "kurên kûçikan" bi nav kir û bi cesaretê xwe teslîmî dagirkeriyê kir.
Di êrîşên hewayî yên çeteyên îşxalker ên li ser noqteyên cuda yên Xezzeyê de jin û zarok jî di nav de 13 Filistînî şehîd bûn.