Ensarullah, Tel Avîv û keştîyên herbê yên Emerîkayê hedef girt

Hereketa Ensarullaha Yemenê ragihand ku, di çarçoveya destek dayîne berxwedana Xezzeyê de wargeheke leşkerî ya siyonîst a li Tel Avîvê û keştîyeke herbê yê bi navê “Truman”ê ya Emerîkayê ya li Behra Sor hedef girtin.
Yehya Serîyê Berdevkê Ensarullahê di daxuyaniya belav kir diyarkir ku, Ew ji bo "bersivdana zilma ku li gelê Filistînê û mucahidên wê yên mêrxas û qirkirina berdewam a li dijî birayên wan ên li Xezzeyê tê kirin" du operasyon li dar xistin.
Serî derheqê operasyonan de wisa peyivî:
“Yekîneyên balafirên bêmirov ên Hêzên Çekdar ên Yemenê, li herêma Yafaya (Tel Avîv) ya îşxalkirî ya îsraîlê bi balafirên bêmirov a bi tîpa 'Yafa' hedefeke leşkerî kirin hedef.
Li hember êrîşên Emerîkayê yên li ser bajarên curbecur, gelek keştiyên şer ên dijmin ku li bakurê Deryaya Sor bi cih bûne, bi taybetî keştiya balafiran a Emerîkayê "Truman" bûn hedefa rêze balafirên bêmirov.
Emê tu car sekna xwe ya li kêleka gelê mezlûm ên Filistînê xera nekin, emê teslîmî êrîşên Emerîkayê nebin û emê sekinandina çûnûhatina behrê ya li Behra Sor û Behra Ereb de bidomînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a Şamê bi Mahmûd Abbas re hevdîtin kir.
Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Emrîkayê û êrîşên tên çaverêkirin li wî welatî pêk werin.