Gengeşîya navbera Emrîka û Venezuelayê roj bi roj zêde dibe
Bireveberîya Emrîkayê dixwaze ku hikûmeta Maduroyê hilweşîne, Venezuelayê jî herî dawîn diyar kir ku ew leşkerên bipere yên ku bi CIAyê re têkilîyên wan hene qefaltine.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, dixwaze ku Serokê Dewletê yê Venezuelayê Nicolas Maduroyê hilweşîne, ji ber vê yekê bi îddîayên pêşgirtina qaçaxçîtîya tiryakê li Karayîpan operasyonan li dar dixe.
Venezuelayê, tetbîqeta leşkerî ya Emrîkayê ku wê bi keştîyên USS Gravely'nin Trinidad û Tobago li Komgoravên Karayîpê li dar bixe wek “provokasyon” nirxand û leşkerên peretî yên ku bi CIAyê re girêdayîne qefaltine.
Hikûmeta Venezuelayê, daxuyanîyek da û di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Venezuela, provokasoyna leşkerî ya ku Trinidad û Tobago bi tevî koordînasyona CIAyê armanc dike ku li Karayîpê herbê derxe şermezar dike.”
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, “Komek leşkerî yê ku bi CIAyê re dixebite jî hatine qefaltin.”
Hatibû daxuyandin ku Trumpê ji bona ku zexta li ser hikûmeta Venezuelayê zêde bike, roja pêncşemê bi tevî yekîneyek Pîyade yê Behrê ya keştîya herbê ya USS Gravelyê bo artêşa Trinidad û Tobagoyê ji bo perwerdehîyê werin.
Hikûmeta Venezualayê jî ji ber endîşeya êrîşa Emrîkayê ya ji welatên wan re ji Sefîrê NY yê Rûsyayê û Serokê Konseyê Vassily Nebenziayê re nameyek şand.
Venezuela, di nameya ku ji Nebenziayê re şandîye de îfade kirîye ku biveberîya Serokê Emrîkayê Donald Trump dixwaze ku Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduroyê rûxîne; Maduro jî texmîn dike ku ew ê di demeke kurt de li dijî welatê wî êrîşeke çekdarî were lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî du salan êrîşên rejîma siyonîst li ser Xezzeyê, ew kesên ku di bin agirbestê de vedigerin malên xwe bi zeviyeke mayînan re rû bi rû ne. Heta niha herî kêm 53 kes bi teqemeniyan hatine kuştin.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Kenyayê (KCAA) ragihand ku balafireke ku 12 kes tê de bûn li navçeya Kwale li başûrê welat ket xwarê.
HAMASê kuştina sê ciwanan ji teref hêzên îşxalker ve li herêma Kefer Qudê ya Cenînê şermezar kir û bang li gel kir ku li her nuqteya têkiliyê bi îşxalê re şer û pevçûnê gurtir bikin.
Di xwepêşandanên ku li Kamerûnê piştî ragihandina serkeftina serokê muxalefetê Issa Tchiroma Bakary di hilbijartinên serokatiyê de dest pê kirin de, çar kes hatin kuştin.