HAMAS: Biryara dorpêça Hewayê ya Yemenê rûmeta ummetê temsîl dike

HAMAS, birayara Yemenê ya hedefgirtina sehaya hewayê ya rejima sîyonîst wek “sekinekî wêrek a parastina rûmeta ummetê” nirxand.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), daxuyand ew îlankirina dorpêça sehaya hewayê ya li dijî rejima sîyonîst a Yemenê bi kêfxweşî pêşkêşî dikin. Di daxuyanîyê de, bal hat kişandin ku ji rejima îşxalker ê ku biryara berfirehtir kirina êrîşên li dijî Xezzeyê bersivekî mezin e.
HAMASê, îfade kir ku ev biryar nîşana sekina bi esl a berxwedana gelê Yemenê û wêrektîya serokatîya Ensarullahê ye. Di daxuyanîyê de hat gotin, “Ev sekina bi qehremanî, sedeqata ji pîrozbahî û girêyên ummetê ji nû ve vejîn dike.”
Hat îfadekirin ku Yemenê bi bilindkirina dengê xwe ya ji hedefgirtina axên Ereban wek Libnan û Sûrîyeyê jî nîşana “şiûrekî qedera hevpar” û mesulîyeta cepheya berxwedanê ye.
HAMASê, bang li hemû Erep û ummeta Îslamê kir, û wan dawetî ev berxwedanê kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Hualiena Taywanê di mezinahîya 5,7an de erdhejek çêbû.
Pakistan, ji ber fealîyetên êrîşdarîya Hîndistanê ya li Cammû Keşmîrê ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) daxwazîya rûniştina îstîşareya acîl û girtî kir.
Tûgayên Qessam, di kemîna ku li rojhilata Xan Yûnisê li dar xistin de gelek leşkerên sîyonîstan kuştin û birîndar kirin.
Rejima sîyonîst, di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de herî kêm 38 Filistînîyan şehîd kir. Hat îfadekirin piranîya şehîdan zarok, pîrek û sîvîlên ku ji cîhê xwe bûne ne.