HAMAS: Divê helwesteke hevbeş li dijî êrîşên hovane yên li ser Yemenê bê nîşandan

Hamasê bal kışand ku êrîşên rejîma siyonîst li ser Yemenê wargehên sivîlan hedef digirin û êrîşeke eşkere li ser serweriya welatên Erebî ye. Tevgerê diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku piştgiriya Yemenê ji bo berxwedana Filistînê asteng bikin.
Hamasê di daxuyaniyek nivîskî de êrîşên rejîma siyonîst li ser Yemenê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ev êrîşa faşîst armanc dike ku piştgiriya ku Yemena bira ya me dide gelê Filistînê bişkîne. Ev her wiha êrîşek eşkere ye li ser serweriya welatên Ereb û hiqûqa navneteweyî."
Tevgera Îslamî bang li cîhana Ereb û Îslamî kir ku li kêleka Yemenê bisekinin û li dijî van êrîşên hovane yên li dijî gelê Filistînê helwesteke hevpar nîşan bidin.
HAMAS her wiha bi bîr xist ku Serokwezîrê qaşo yê rejîma siyonîst Bunyamîn Netanyahu li gorî xewna xwe ya "îsraîla Mezin" erdên Ereban hedef digire û li dijî vê talûkeyê banga yekîtîyê kir.
Di daxuyaniyê de piştgiriya wêrek a ku ji hêla tevgera Ensarullah, artêşa Yemenê û gelê Yemenê ve ji bo berxwedanê hatîye dayîn, hat pesinandin û hat gotin, "Wan bi berdewamî nîşan dane ku ew li kêleka gelê Filistînê ne."
HAMAS bang li welatên Ereb û Îslamî û hemû gelên azad kir ku "tevlî meşa bi rûmet bibin da ku îşxalkerî bi dawî bibe û hemû axên Ereb ên îşxalkirî û cihên me yên pîroz azad bibin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 744an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 158 hezar û 259 kesan.
Basem Naîm, endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê, diyar kir ku tevgerê pêşniyara dawî ya ji bo agirbestê li Xezzeyê pejirandiye, lê rejîma sîyonîst hêna jî bersiveke fermî negirtiye.
Li Eskalanê polêseke sîyonîstan di mala xwe de xwe kuşt. Pisporan îfade dikin ku ev zordarî û zexta ku leşker û polêsên rejima sîyonîst li ser gelê Filistînê bikartînin, dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk di wan de.