Hamas ji bo piştgiriya Xezzeyê banga çalakiyek sê rojî ya cîhanî dike
Hamasê ji bo protestokirina êrîş û dorpêça Xezzeyê ya ji aliyê rejîma işxalker ve, bang li tevahiya cîhanê kir ku di 13, 14 û 15ê Mijdarê de li çaraliyê cîhanê xwepêşandan, meş û çalakiyên hevgirtinê werin lidarxistin.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Hamasê ve hat weşandin, ji alîgirên Filistînî yên li cîhana Ereb û Îslamî, û her weha li gelek welatên din ên cîhanê hat xwestin ku di rojên pêş de li qadên giştî xwepêşandanên girseyî, meş û rûniştinê li dar bixin.
Tevgerê bi taybetî daxwaz kir ku roja Înê 13ê Mijdarê, Şemiyê 14ê Mijdarê û Yekşemiyê 15ê Mijdarê ji bo çalakiyên hevgirtinê bi Xezzeyê re werin veqetandin. Hamasê daxwaz kir ku çalakî ne tenê di van rojan de, lê di rojên piştre de jî berdewam bikin.
Hamasê bang li tevgerên siyasî, sendîkayên karkeran, rêxistinên mafên mirovan û gel û komên civakî yên li welatên cuda kir ku li meydan û paytextan xwepêşandanên girseyî li dar bixin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber şert û mercên zivistanê, Filistîniyên koçber ên di stargeh û konan de bi pirsgirêkên cîddî yên parastina ji baranê re rû bi rû ne, û nebûna pêdiviyên bingehîn ên stargeh û germkirinê krîza mirovî hîn kûrtir dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 653 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 7 kesan.
Li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşên bi top û hewayî qewimîn. Di encama êrîşên rejima îşxalker de yek jê zarok 7 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li başûrê paytext Selu ya Koreya Başûr, di saetên serê sibehê de otobûsek li 32 wesayîtên ku di elektrîkên trafîkê de sekinîbûn qelibî, di encamê de 57 kes birîndar bûn.