HAMAS: Li hember êrîşên sîyonîstan em li cem Libnanê ne

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, derheqê êrîşên sîyonîstên îşxalker ên li ser Libnanê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de êrîşên ku bi taybetî sîvîlan û endamên artêşê hedef digrin bi zimanekî dijwar şermezar kir.
Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Hamasê ya li Libnanê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Li hember bomberdman û sûîqestên sîyonîstên dijmin ku piştî agirbestê jî bênavber didomîne divê êdî civaka navneteweyî tevbigerin û divê rejima îşxalker jî tabi’ê hemû peymanên ku îmze kirîye bibe.”
Di daxuyanîyê de ji bo sê leşkerên Libnanî yên ku li ser wezîfeyê canê xwe ji dest dan û sîvîl û endamên Hîzbullahê yên ku di êrîşan de şehîd bûne jî peyameke şînê hat dayîn.
Hat îfadekirin “Em ji dewleta Libnanê, hikûmet, gel û artêşa wî re şîna xwe ya kur û hîsên xwe yên piştgirîyê pêşkêşî dikin.” Û hat ragihandin ku şehîd bi fedekarî têne yadkirin û ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn hat kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima sîyonîst îro li cîhên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anîtin, di encama wan êrîşan de herî kêm 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Vatîkan, daxuyand ku serokê cîhana katolîkan Papa Franciscus vê sibehê di seat 07.35an de di mala xwe ya ku li Casa Santa Martayê ye de mirîye.
Ji ber êrîşên rejima sîyonîst û bomberdmanên giran li Xezzeyê krîza însanî her roj ku diçe kurtir dibe. UNRWA, daxuyand ku bi dehhezaran sîvîlên xwe sipartine 115 navendan ji lazimatîyên bingeh mehrûm in.