HAMAS: Li ser plana aştiyê ya Xezzeyê pêşketineke girîng çêbûye
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim ragihand ku di hevdîtinên bi Qeter, Misir û Tirkîyeyê re derbarê pêkanîna plana aştiyê ya ji bo Xezzeyê de lihevkirinên girîng hatine kirin. Qasim diyar kir ku divê navbeynkar zextê li rejîma sîyonîst bikin da ku pêvajo ber bi pêş ve biçe.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim ragihand ku di çarçoveya hewildanên ji bo bicihanîna plana aştiyê li Xezzeyê de, di hefteya dawî de di navbera komên Filistînî û welatên navbeynkar de têkiliyên tund hatine danîn.
Qasim bi bîr xist ku di peymanan de mijarên cûrbecûr ên têkildarî rêveberiya Xezzeyê jî hene, û diyar kir ku girtina berpirsiyariyên îdarî û rêveberiyê ji aliyê Komîteya Neteweyî ya Rêveberiya Xezzeyê ve, dosyaya ewlehiyê û mijarên têkildarî çekên komên Filistînî jî hatine nîqaşkirin.
Berdevkê Hamasê diyar kir ku şêwirmendiyên di navbera komên Filistînî yên beşdarî civînên li Qahîreyê bûn bingeha van peymanan pêk anîne û her wiha got ku navbeynkaran nêzîkatiya komên Filistînî pêşwazî kirin.
Qasim her wiha got ku hemû têkiliyên ku tên kirin armanc dikin ku êşa mirovî ya ku gelê Xezzeyê dikişîne sivik bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump rexne li hevalbendên NATOyê girt û got ku hinek welatên Ewropî di şerê Îranê de piştgirî nedane Washingtonê. Trump her wiha peyamek da ku heke pêwîst be, ew dikare alîkariya endamên NATOyê red bike.
Efxenistanê ji bo nûavakirina rêyan peymanek mezin îmze kir ku fîyeta wê nêzîkî 20 milyon dolarê Amerîkî ye.
Pêla germahiyê ya zêde li seranserê Fransayê bûye sedema mirinan. Ji dawiya hefteyê ve sêzdeh kes piştî ku ji bo sarbûnê ketine nav avê mirine û li piraniya welat asta hişyariya herî bilind hatiye ragihandin.