Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.653 kesan
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 653 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 7 kesan.
Di 24 saetên dawî de 8 Filistîniyên din şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn.
Hejmara şehîdên li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker zêde dibe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên ku ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê behs kiriye, hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hatine kuştin gihîştiye 74 hezar û 653 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 7 kesan.
Ji 11ê Cotmehê ve ku agirbest dest pê kir, hejmara Filistîniyên ku ji ber êrîş û îxlalkirinên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 1622an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 5878an.
Li gorî agahiyan, piştî agirbestê, hejmara cenazeyên ku ji bin xirbeyan hatine derxistin gihîştiye 850î.
Çavkaniyên tenduristiyê diyar kirin ku gelek şehîd û birîndar hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan in. Hat ragihandin ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber kêmbûna çavkaniyan di gihîştina van kesan de zehmetiyan dikişînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşên bi top û hewayî qewimîn. Di encama êrîşên rejima îşxalker de yek jê zarok 7 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li başûrê paytext Selu ya Koreya Başûr, di saetên serê sibehê de otobûsek li 32 wesayîtên ku di elektrîkên trafîkê de sekinîbûn qelibî, di encamê de 57 kes birîndar bûn.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî diyar kir ku ew amade ye bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn re di asta rêberan de bicive û got ku meseleya axê jî dikare were nîqaşkirin.