Derîyê Sînora Refahê ya di navbera Xezze û Misirê de ye, piştî temîrata li alîyê Filistînê ew ê di nav çend rojan de bê vekirin.
Hat diyarkirin ku wê Derîyê Sînora Refahê ya di navbera Xezze û Misirê de ye di demeke nêz de ji xizmetê re ji nû ve vebibe. Walîyê Sînaya Bakur Xalid Mucavîr, li sînorê lêkolînan kir û derheqê rewşa dawîn de agahîyan da.
Mucavîr di daxuyanîya ku da de weha got, “Derîyê Sînora Refahê ew ê di nav çend rojan de ji her alîyan jî vebibe û ev rewş ji bo çûnûhatinê hêsanîyê çêbike.” Li gorî daxuyanîya Walîyê, temîrata alîyê Filistînê li ber dawîbûnê ye.
Derîyê Sînora Refahê, li gorî peymana navbera Hamas û rejima îşxalker, tê plankirin di 25ê Çileyê roja Şemîyê de vebibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya agirbesta di navbera Hamas û rejîma îşxalker de, Ensarullah ekîbên keştiya barhilgir a Galaxy Leader ku berê êsîr girtibûn, serbest berdan.
Li navçeya Kabudarahanga wîlayeta Hemedana Îranê balafira leşkerî ket xwarê.
Ropartora Taybeta Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese, hişyarî da û îfade kir dibe ku rejima îşxalker a sîyonîst qirkirina li Xezzeyê dike bibe Şerîaya Rojavayê.
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê ku baskê leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Ebû Hamza, diyar kir ku ew bi peymana ku hatîye kirin re girêdayî ne.