Ji Zanîngeha Sanaayê, ji qetilkirina rojnamegerên li Xezzeyê re bertek

Li zanîngeha mezin a li Yemenê bi dehhezaran xwendekar û akademîsyen, ji bo şehîdkirina muxabîrê El Cezîreyê Enes eş-Şerîf ku ji teref sîyonîstan hat şehîdkirin meşek hat lidarxistin.
Zanîngeha Sanaayê ya ku li Sanaya paytexta Yemenê ye, roja çarşembê ji xwepêşandenekî ku bi dehhezaran xwendekar, akademîsyen û personel beşdarî bûn re rûbirû bû.
Di meşa ku bi navê “Piştgirîkirina Xezzeyê Didomînine” ve hatîye lidarxistin de, ji polîtîkaya qirkirin û birçîhiştina rejima sîyonîst re û ji şehîdkirina muxabîr Enes eş-Şerîf re bertek hat nîşandan.
Xwepêşandaran di meşê de alên Filistîn û Yemenê hilgirtin û gotin, “Gelê Xezzeyê Tenê Nîne”, “Birçîbûnî ne çekekî ye, sûcekî însanî ye”
Xwepêşandaran diyar kirin ku êrîşên li dijî rojnamegeran, parçeyek ji xebatên bêdenkirina heqîqetê ya ku rejima îşxalker bikartîne ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê, li hember sîyonîstên îşxalker û alîgirên wan bang kir ku bila di 15,16 û 17ê Tebaxê de li çar alîyê cîhanê protestoyên girseyî werin lidarxistin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 776an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 154 hezar û 906 kesan.
Li bakurrojavaya Sûrîyeyê, li nêzê bajarên Îdlîbê depoyekî çekan teqîya, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Di lehîya ku li herêma Kishtwara Hîndistanê pêk hat de herî kêm 17 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn.