Jinek li Xezzeyê hat şehîdkirin
Di êrîşa îşxalkerên sîyonîstan a li rojavayê bajarê Xezzeyê de ku li dijî apartmanek hatibû kirin, jinek şehîd bû û gelek Filistînî birîndar bûn.
Li deverên cuda yên Xezzeyê gulebaran û bombebaranên dijwar berdewam kir.
Îxlalkirinên agirbestê û êrîş li Xezzeyê berdewam dikin. Di êrîşeke li ser apartmanekê li taxa Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê de, di saetên serê sibehê de, jineke Filistînî hat kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA, her wiha Navenda Agahdariyê ya Filistînê û çavkaniyên din ên li herêmê, êrîşê li nêzî çarrêya Ebû Telal xaniyekî hedef girt.
Li rojhilatê bajarê Xezzeyê, hêzên îşxalker ên sîyonîst ji tankan guleyên giran li taxa Tuffah reşandin û di heman demê de bi topan jî êrîş kirin. Li gorî agahiyan, top û bombebaran li deverên derdora Sidra, Sehabe, Derec, Nafaq û Caffayê belav bûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xezzeyê, ji êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 392 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 440 kesan. Ji dema ku agirbest ket meriyetê ve, 1501 Filistînî şehîd bûne.
Zêdetirî 130 îşxalkerên sîyonîst ên ku axên Filistînê desteser kirine, êrîşî Mizgefta Eqsayê kirin. Li gorî raporan, di dema êrîşê de, îşxalkeran gerên provokatîf kirin û rêûresmên dînî li hewşa mizgeftê pêk anîn.
Li Nîjeryayê, hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Lassa ya ji heywanan derbasî mirovan dibe, îsal mirine gihîştiye 268 kesan.