Sîyonîstên îşxalker êrîşî Mescîda Eqsayê kirin
Zêdetirî 130 îşxalkerên sîyonîst ên ku axên Filistînê desteser kirine, êrîşî Mizgefta Eqsayê kirin. Li gorî raporan, di dema êrîşê de, îşxalkeran gerên provokatîf kirin û rêûresmên dînî li hewşa mizgeftê pêk anîn.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê Walîtiya Qudsê ve hat gotin ku komeke sîyonîst ku di bin parastina polêsên sîyonîst de bûn bi rêya Deriyê Mexarîbê êrîşî hewşa Mescîda Eqsayê kirine.
Hate diyarkirin ku 133 îşxalkerên ku di dema serdegirtinê de gerên provokatîf dikirin, li hewşa Mescîda Eqsayê ayînên qaşo dînî pêk anîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xezzeyê, ji êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 392 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 440 kesan. Ji dema ku agirbest ket meriyetê ve, 1501 Filistînî şehîd bûne.
Di êrîşa îşxalkerên sîyonîstan a li rojavayê bajarê Xezzeyê de ku li dijî apartmanek hatibû kirin, jinek şehîd bû û gelek Filistînî birîndar bûn.
Li Nîjeryayê, hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Lassa ya ji heywanan derbasî mirovan dibe, îsal mirine gihîştiye 268 kesan.