Konferansa Fetwaya Navneteweyî ya 10emîn: Desteka ji Filistînê re ferzîyetekî dînî û netewî ye

Di Konferansa Fetwaya Navneteweyî ya 10emîn ku ji 80î zêdetir welatî miftî, alim û pispor beşdarî bûn de, bal hat kişandin ku doza Filistînê meseleya hevpar a alema Îslamê ye.
Konferansa Fetwaya Navneteweyî ya 10emîn li Qahîreya Misirê hat lidarxistin, konferans bi balkişandina desteka ji Filistînê re dawî bû. Di bernemaya ku di navbera 12-13ê Tebaxê de hat lidarxistin û ji 80î zêdetir welatî miftî, alim û pispor beşdarî bûn de, peyama “Alîkarkirina ji gelê Filistînê re ferzîyetekî dînî û netewî ye, divê di vê meseleyê de tu dem sistîyekî neyê nîşandan.”
Konferansa ku bi mazûvanîya Dar’ul Îfta yê ve bi sernavê “Di Çaxa Hişê Çêker de Perwerdekirina Miftîyên Zana” hat lidarxistin, di 5 rûniştin û 4 komxebatên înteraktîf de hem di warê bingehên şerî de hem jî di warê fetwayan de li ser muameleyên hişê çêker de gotûbej kirin.
Miftîyê Misirê û Sekreterê Giştî yê Sazîyên Fetwaya Cîhanê Dr. Nazîr Ayad, di axavtina xwe ya girtinê de, destnîşan kir ku maddeya herî balkêş a konferansê teyîdkirina navendîbûna doza Filistînê ye. Mêvanên ku beşdarî konferansê bûn bal kişandin ku divê ji Xezzeyê re alîkarîyên însanî bi bêastengkirinê bighêje Xezzeyê, qirkirina li dijî Xezzeyê were sekinandin û dorpêç were rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê, li hember sîyonîstên îşxalker û alîgirên wan bang kir ku bila di 15,16 û 17ê Tebaxê de li çar alîyê cîhanê protestoyên girseyî werin lidarxistin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 776an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 154 hezar û 906 kesan.
Li bakurrojavaya Sûrîyeyê, li nêzê bajarên Îdlîbê depoyekî çekan teqîya, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Di lehîya ku li herêma Kishtwara Hîndistanê pêk hat de herî kêm 17 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn.