Li Bendera Ebas a Îranê teqîn: 195 birîndar

Li bendera Bandar Abbas a li peravên Kendava Farsê li başûrê Îranê di encama teqîna konteynirekê de herî kêm 195 kes birîndar bûn.
Li bendera bajarê Şehîd Rajayî ya li bajarê Bandar Ebas a başûrê Îranê, li beşa berhemên kewûdê teqîneke mezin rû da. Ji ber teqîna di konteynireke li benderê de herî kêm 195 kes birîndar bûn.
Piştî teqînê dûmaneke gurr ji benderê bilind bû û gelek tîmên îtfaîye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat ragihandin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyên li herêmê re hatin rakirin.
Rayedaran ragihandin ku der barê sedema teqînê de tehqîqat hatiye destpêkirin û hemû operasyonên li herêmê bi awayekî demkî hatine rawestandin. Hate hînbûn ku di encama teqînê de ziyana maddî li hinek konteyniran û derdora wê çêbûye. Tê texmînkirin ku detayên bûyerê piştre bên eşkerekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di teqîna li Bendera Şehîd Rajayî ya bajarê Bandar Ebas a Îranê de hejmara miriyan derket 14an û hejmara birîndaran jî derket 750î.
Hat ragihandin ku Emrîkaya îşxalker li dijî Sana û Sadaya bajarên Yemenê êrîşên asîmanî li dar xist.
Li Fransayê ciwanê ku li mizgeftekê nimêj dikir, ji teref êrîşkarekî nenas ve bi 50 kêran hat qetilkirin.
Nîşandarên girêdayê Tûgayên Qessam li rojhilata Beyt Hanûn a bakurê Xezzeyê, di çarçoveya operasyona “Şûr Şikesttir” de îşxalekran hedef girt.