Micahîdên Qessam di operasyona “Şûr Sikettir” de derbeyek mezin li îşxalkeran xist

Nîşandarên girêdayê Tûgayên Qessam li rojhilata Beyt Hanûn a bakurê Xezzeyê, di çarçoveya operasyona “Şûr Şikesttir” de îşxalekran hedef girt.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên Filistînê hatine bidestxistin, berxwedêran, efser û leşkerên îşxalkeran, ji teref tivinga nîşanê ya bi navê “Xûl” a ku ji teref Tûgayên Qessam ve hatîye çêkirin hedef girt. Operasyon li ser “Ceddeya Rêya Vegerê” hat tertîpkirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku yekîneyê îşxalkeran zayîadên giran dane, hûnerê micahîdên Qessam jî carekî dinê derket holê.
Ev operasyon, tê nirxandin ku Tûgayên Qessam biryarîya xwe didomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê bênavber êrîşên xwe didomîne, di encama wan êrîşan de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 314an, hejmarê birîndaran 117 hezar û 792 kesan.
Di êrîşên esmanî yên Emrîkayê de ku li ser stargeheke koçberên Efrîqayî yên li bajarê Saada yê Yemenê li dar xistibû, herî kêm 58 kes hatin kuştin û 47 kes jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalê, li başûrê Beyrûda paytexta Libnanê êrîşê malekî kirin.
Rejima îşxalker êrîşên xwe yên li dijî Xezze û Xan Yûnisê bênavber didomîne. Ji doh heta îro ve di êrîşên asîmanî de 47 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.