Li Çînê di mezinahîya 5,3yan de erdhej
Li wîlayeta Qinghai ya li bakurê rojavayê Çînê di mezinahîya 5,3yan de erdhejek qewimî.
Li gorî Navenda Tora Erdhejên Çînê (CENC), erdhejek bi pileya 5.3 çêbû ku navenda wê li Navçeya Xweser a Tibetê ya Yushu ya li parêzgeha Qinghai bû.
Erdhej di kûrahiya 10 kîlometreyan de hat qeydkirin.
Ekîbên alîkariya ewil û lêgerîn û rizgarkirinê yên ku piştî erdhejê hatine herêmê dest bi lêkolînên meydanî kirine.
Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha di erdhejê de ti ziyana canî an jî maddî çênebûye.
Rayedaran ji ber îhtîmala erdhejên piştî erdhejê hişyarî dan niştecihên herêmê ku baldar bin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ukrayna ji bo bidawîanîna şerê di navbera Emrîka û Rûsyayê de, civînek li dar dixe.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bûne sedema şehîdbûna 74 hezar û 540 Filistîniyan û birîndarbûna 175 hezar û 678 kesên din.
Di êrîşa mûşekî ya bêmirov a rejîma sîyonîst de ku li ser wargeheke Filistînî li taxa El-Rîmal a rojavayê Şerîda Xezzeyê pêk hat, Filistîniyek şehîd bû û 3 kesên din jî birîndar bûn.