Li Xezzeyê bi drone êrîşî deverek sivîlan hat kirin: Şehîdek, sê birîndar bûn
Di êrîşa mûşekî ya bêmirov a rejîma sîyonîst de ku li ser wargeheke Filistînî li taxa El-Rîmal a rojavayê Şerîda Xezzeyê pêk hat, Filistîniyek şehîd bû û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFA, droneke rejîma sîyonîst bi mûşekan êrîşî sivîlên ku li nêzî Stadyuma Filistînê ya li taxa el-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê kom bûbûn kir.
Di êrîşa ku di saetên sibehê de pêk hat de Filistîniyekî canê xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn, yek ji wan giran e.
Hêzên îşxalker êrîşên xwe li başûrê Xezzeyê berdewam kirin. Ji saetên sibehê ve, top ji rojhilatê Xan Yûnisê ber bi rojavayê Refahê ve hatin avêtin.
Li rojhilatê taxa Tuffah a li rojhilatê bajarê Xezzeyê, ji tankan guleyên dijwar hatin reşandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ukrayna ji bo bidawîanîna şerê di navbera Emrîka û Rûsyayê de, civînek li dar dixe.
Li wîlayeta Qinghai ya li bakurê rojavayê Çînê di mezinahîya 5,3yan de erdhejek qewimî.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bûne sedema şehîdbûna 74 hezar û 540 Filistîniyan û birîndarbûna 175 hezar û 678 kesên din.