Li Efxenistanê di madena komirê de teqîn: 7 mirî

Li bakurê Efxenistanê di madenekî komirê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê polêsê wîlayeta Samanganê Haşmetullah Rahmanî, diyar kir ku li Taxa Dara-î Sufî Payenê di madenekî komirê de ji ber xazê teqîn çêbû.
Rahmanî, îfade kir ku di encama teqînê de 7 madenvan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku cesed ji nav madenê hatin derxistin û piştî karên wan ên li nexweşxaneyê ji malbatên wan re hatin teslîmkirin.
Mirovên birîndar jî ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 762an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 197 kesan.
Çekdarên nenas li wîlayeta Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê bi ser avahiya walîtiyê de girtin û Waliyê Suweydayê Mistefa el-Bakur ji bo demek kurt êsîr girtin.
Hat îfadekirin ku dora pêncemîn a hevdîtinên nukleer a Emrîka û Îranê wê di 23yê Gulanê de li Romayê be.
Serîyyeyên Qudsê yê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, Aşdod û Eskalanê bi fuzeyan hedef girtn.