Li giştîyê Efxenistanê ji bo “Roja Zeferê” hazirî têne kirin

Li hemî wîlayetên Efxenistanê di serî de li Kabîlê, ji bo 15ê Tebaxê “Roja Zeferê” bernameyên bi nav û deng têne amadekirin.
Rayedarên mehellî yên hemî Emîrtîya Îslamî, ji bona ku ev bername xweş derbas bibe civînek li dar xistin.
Di vê civînê de, pîrozbahîyên roja 15ê Tebaxê, xemilandina bajaran, tertîpa bajaran û meseleyên dinê hatin bidestxistin.
Bi tevî vana li bajar û kolanan û çarşîyan afîş û qaxiz hatin danîtin, al hatin daleqandin û li dîwaran nivîsên serxwebûnîyê hatin nivîsandin.
Bi vê şeklê salvegera çaremîn a serxwebûnîyê li giştîyê welat bi bernameyên bi nav û deng ew ê werin pîrozkirin.
Hemî rêyên Kabîlê ku rêya Sefîrxaneya Emrîkayê û rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Kabîlê bi alên spî yên bireveberîyê hatin xemilandin.
Li hinek dîwarên rêyên mezin û çarrêyan dirûşmên “Efxenîyan îşxalkeran têk birin” hatin nivîsandin.
Roja Zeferê ya 15ê Tebaxê, di nav xwe de nîşanên micadeleya biryarî, fedekarî û qurbanên ku hatine dayîn dihewîne; bi vê şeklê ji gel re, tê bibîranîtin ku micahîdan li hember hêzên super ên cîhanê çawa xalib hatine û bingehên sîstema Îslamî ya serbixwe çawa hatine avêtin.
Dîroka 15ê Tebaxê, di dîroka Efxenistanê de rojekî şanaz e. Çar sal berê îro, micahîdên Emîrtîya Îslamî wîlayeta Kabîlê fetih kirin û van axan ji îşxala Rojavayî xelas kiribûn.
Hikûmeta Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, di 15ê Tebaxa 2021an de hatibû desthilatdatîyê û leşkerê dawî yê Emrîkayê di 31ê Tebaxê de ji Efxenistanê derketibû.
Piştî têlçûn û vekişîna yekîneyên bi pêşengîya Emrîkayê li Efxenistanê bûn, hikûmeta Efxen 15ê Tebaxê wek “Roja Zeferê” yad dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê, li hember sîyonîstên îşxalker û alîgirên wan bang kir ku bila di 15,16 û 17ê Tebaxê de li çar alîyê cîhanê protestoyên girseyî werin lidarxistin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 776an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 154 hezar û 906 kesan.
Li bakurrojavaya Sûrîyeyê, li nêzê bajarên Îdlîbê depoyekî çekan teqîya, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Di lehîya ku li herêma Kishtwara Hîndistanê pêk hat de herî kêm 17 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn.