Li Hîndistanê agir bi nexweşxaneyekê ket: 6 kes mirin

Di şewata li nexweşxaneyek li bajarê Jaipur a Hindistanê de, şeş nexweş canê xwe ji dest dan.
Li Jaipur a Rajasthanê, li beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Sawai Man Singh ji ber sedemek nediyar agir derket.
Ji 11 nexweşên ku di beşa lênêrîna giran de dihatin dermankirin, şeş ji wan di şewatê de canê xwe ji dest dan, û belavbûna bilez a agir di deverên din ên nexweşxaneyê de bû sedema panîkek mezin.
Tê bawerkirin ku agir ji ber kurteya ceryanê ya di sazûmana elektrîkê ya di beşa lênêrîna giran de çêbûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rojnamevan Înas Ramadan, yek ji qehremanên agahdariyê yên Xezzeyê bû, di bombebarana rejîma sîyonîst de şehîd bû. Hejmara rojnamevanên ku ji destpêka şer ve li Xezzeyê şehîd bûne gihîştîye 255an.
Artêşa sîyonîst bi beheneya cejna cihûyan a "Sukkot" li navenda bajarê El Xelîlê li ser Filistîniyan qedexeya derketina derve ferz kir û Mizgefta Îbrahîmî ji bo du rojan ji misilmanan re girt.
Berdevkê Komîteya Hilbijartin a Bilind Newwar Necme, encamên hilbijartina Meclîsa Gel bi raya giştî re parve kir.