Li Sûrîyeyê encamên hilbijartina Meclîsa Gel hat ragihandin

Berdevkê Komîteya Hilbijartin a Bilind Newwar Necme, encamên hilbijartina Meclîsa Gel bi raya giştî re parve kir.
Xeyn li Reqqa, Heseke û Siwêda li 11 bajar û 50 herêmên hilbijartinê ji bo Meclîsa Gel hilbijartin hat lidarxistin, di encamê de 119 parlamenter hatin bijartin.
Berdevkê Komîteya Hilbijartin a Bilind Newwar Necme, di avahîya Meclîsa Gel a li Şamê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist, di civînê de encamên hilbijartinê bi raya giştî re parve kir.
Necme, destnîşan kir ku di encama hilbijartinê de 119 parlamenter diyar bûne, hat îfadekirin ku bi normalî divê 140 parlamenterbin lê ji ber navçeya Kobanê ya Helebê, Reqqa û Siwêdayê hilbijartin nehat kirin niha 119 parlamenter in, 21 parlamenterên dinê jî wê piştî ku çareserîya sîyasî were tertîpkirin ew ê were kirin.
Necme destnîşan kir ku di nav parlamenteran de 6 pîrek û 2 parlamenterên Xristîyan jî hene, hat ragihandin ku ew ê kontenjana sê yekîneyên ku ji teref Serokkomar Ahmed Şara ve werin dayîn jî ji lijneya hilbijartinê serxwe be.
Hat îfadekirin ku ew ê ji bona ku wê li Heseke, Reqqa û Siwêdayê hilbijartin çawa were kirin, plana wê bê kirin ew ê Komîteya Hilbijartin a Bilind civînek li dar bixe.
Hat ragihandin ku li gorî hilbijartinê ji Helebê 3, ji Şamê 10, ji bajarokên Şamê 10, ji Humusê 12, ji Hamayê 12, ji Lazqîyeyê 10, ji artûsê 2, ji Dêrezorê 10, ji Îdlîbê 12, ji Derayê 6 û ji Quneytrayê jî 3 parlamenter ketine Meclîsa Gel. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rojnamevan Înas Ramadan, yek ji qehremanên agahdariyê yên Xezzeyê bû, di bombebarana rejîma sîyonîst de şehîd bû. Hejmara rojnamevanên ku ji destpêka şer ve li Xezzeyê şehîd bûne gihîştîye 255an.
Artêşa sîyonîst bi beheneya cejna cihûyan a "Sukkot" li navenda bajarê El Xelîlê li ser Filistîniyan qedexeya derketina derve ferz kir û Mizgefta Îbrahîmî ji bo du rojan ji misilmanan re girt.
Di şewata li nexweşxaneyek li bajarê Jaipur a Hindistanê de, şeş nexweş canê xwe ji dest dan.