Li Hîndistanê di rîtûelê de îzdîham: 3 mirî

Di îzdîhama ku li festîwala Jagannath Rath Yatraya ku li bajara Purîya Hîndistanê pêk hat de sê kes mirin, herî kêm 50 kes jî birîndar bûn.
Li gorî xebera Hindustan Timesê, li Jagannath Rath Yatraya ku festîwala herî mezin e li Hîndistanê ji 1.500î zêdetir Hîndû, ji bo destpêka festîwalê kom bûn.
Di wê esnê de, du qamyonên ku ji bo festîwalê êzingan bar dikirin ketin nav îbadetgahê. Însanên li wê derê jî di wê esnê de paşve çûn û ketin xwarê û ev jî bû sedema îzdîhamê. Di îzdîhamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.
Mirovên ku bûyerê dîtine îfade kirin ku organîze baş nehatîye kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 531an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 642 kesan.
Îranê, diyar kir ku di êrîşa rejima îşxalker a ku di 23yê Hezîranê de li dijî girtîgehekî li dar xist de, 71 kesan candan.
Li gorî diyarîyên ewil ji ber barana ku li Pakistanê tesîrdar bû 38 kesan canê xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn.