Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 531an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 531an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 642 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 28 şehîd û 223 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 6 hezar û 203 kes şehîd bûn, 21 hezar û 601 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di îzdîhama ku li festîwala Jagannath Rath Yatraya ku li bajara Purîya Hîndistanê pêk hat de sê kes mirin, herî kêm 50 kes jî birîndar bûn.
Îranê, diyar kir ku di êrîşa rejima îşxalker a ku di 23yê Hezîranê de li dijî girtîgehekî li dar xist de, 71 kesan candan.
Li gorî diyarîyên ewil ji ber barana ku li Pakistanê tesîrdar bû 38 kesan canê xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn.