Li Nîjeryayê şerê çekdarî: 80 kes mirin
Di pevçûnên di navbera artêşê û çeteyên çekdar de li wîlayeya Kebbî ya welat pêkhat de, 80 endamên çeteyan hatin bêbandorkirin.
Abdullahi Idris Zuru, Şêwirmendê Taybet ê Ragihandin û Stratejiyê yê Walîtiya Kebbiyê, ragihand ku artêşê li dijî çeteyên ku hewl didan ji sînorê wîlayeta Zamfara ya li bakurê rojavayê Nîjeryayê derbasî wîlayeta Kebbiyê bibin, operasyonek li dar xistiye.
Zuru diyar kir ku di operasyonê de 80 çeteyên çekdar hatine kuştin û gelek çete jî birîndar bûne.
Zuru diyar kir ku di operasyonê de du sivîlên ku ji aliyê çeteyekî çekdar ve hatibûn rehînkirin hatine rizgarkirin û bi dehan motorsîklet, hejmareke mezin ji çek û cebilxaneyên girîng ên çeteyên çekdar hatine desteserkirin.
Ji ber êrîşên kesên çekdar ên li ser motorsîkletan, li hin wîlayetan, tevî Kebbiyê, bikaranîna motorsîkletan hatiye qedexekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî du salan êrîşên rejîma siyonîst li ser Xezzeyê, ew kesên ku di bin agirbestê de vedigerin malên xwe bi zeviyeke mayînan re rû bi rû ne. Heta niha herî kêm 53 kes bi teqemeniyan hatine kuştin.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Kenyayê (KCAA) ragihand ku balafireke ku 12 kes tê de bûn li navçeya Kwale li başûrê welat ket xwarê.
HAMASê kuştina sê ciwanan ji teref hêzên îşxalker ve li herêma Kefer Qudê ya Cenînê şermezar kir û bang li gel kir ku li her nuqteya têkiliyê bi îşxalê re şer û pevçûnê gurtir bikin.
Di xwepêşandanên ku li Kamerûnê piştî ragihandina serkeftina serokê muxalefetê Issa Tchiroma Bakary di hilbijartinên serokatiyê de dest pê kirin de, çar kes hatin kuştin.