Li Nîjerê êrîşa li ser otobûsê: 12 mirî
Di êrîşeke li ser du otobûsên rêwîyan li bakurê Nîjerê de, 12 kes hatin kuştin.
Bûyer li ser rêya Arlit-Agadezê li bakurê Nîjerê, bi qasî 35 km dûrî Agadezê qewimî.
Li gorî medyaya herêmî, zilamên çekdar ên ku di sê wesayîtan de rêwîyan dikirin, du otobûsan asteng kirin û gule li rêwiyan reşandin.
Li gorî agahiyan, di êrîşa çekdarî de 12 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 10 kesên din jî birîndar bûne.
Rayedarên herêmî gotin ku dibe ku êrîş bi zêrê ku di yek ji otobûsan de dihat veguhastin ve girêdayî be. Ji bo dîtina sûcdaran û diyarkirina şert û mercên bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên Efxenistanê li Baglanê depoyeke çek û teqemeniyan bidestxistin.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşên mûşekî yên Rûsyayê yên li ser 12 herêman, du kes mirine û 34 kesên din jî birîndar bûne.
Hêzên Deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku çar keştîyên ku barhilgirên petrolê di navbera keştîyan de li bakurê Kendava Farisê vediguhezînin di heman demê de rastî lêdanan hatin.