Li Pakistanê mînîbûsek û otobûsek li hev qelıbin: 12 mirî, 22 birîndar
Li wîlayeta Belûcistanê ya Pakistanê, di encama lihevketina mînîbusekê û otobusekê de 12 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rojnameya Dawn, li ser rêya Quetta-Qeraçîyê otobûsek rêwîyan û mînîbûsek li hev ketin.
Rayedaran ragihandin ku 7 kes li cihê bûyerê, 5 kes li nexweşxaneyê mirine û 22 kes jî birîndar bûne.
Rayedaran destnîşan kirin ku heft ji birîndaran di rewşeke krîtîk de ne û piraniya kesên ku mirine rêwiyên mînîbusê bûn.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bo şermezarkirina êrîş û îxlalkirinên dagirkeriya sîyonîst li başûrê Sûrîyeyê li gelek herêman xwepêşandan hatin lidarxistin.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam Ebû Ubeyde, baskê leşkerî yê tevgera berxwedana Îslamî Hamas, çalakiya çekdarî ya li El Xelîlê Şerîaya Rojava pîroz kir û bang li Filistîniyan kir ku li dijî dagirkeriyê întîfadayê bidin destpêkirin.
Erdhejeke bi pileya 7.2 li peravên Vanuatu, welatekî giravî li Başûrê Pasîfîkê, hejand. Derbarê qurbanî, zirar an jî metirsiya tsûnamiyê de hîn ti agahî nehatiye piştrastkirin.
Piştî tundûtûjî û talankirina ku di xwepêşandanên 17ê Cotmehê yên " Êlegên Bi Zer" de li Fransayê qewimîn, tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin. Tevî qedexekirina xwepêşandanan jî, 70.000 polês û cenderme ew ê ji bo xwepêşandanên ku tê texmînkirin di 24ê Cotmehê de pêk werin werin belavkirin.