Li Pakistanê tankereke petrolê teqiya: 40 birîndar

Li navçeya Noşkî ya Belûcistana Pakistanê, tankereke petrolê piştî agir pê ket teqiya û herî kêm 40 kes birîndar bûn.
Wekîlê Komîserê Noshkiyê (DC) Amjad Soomro ji medyaya herêmî re got, "Tankera petrolê dema ku li depoya qamyonan parkkirî bû agir pê ket, di encamê de herî kêm 40 kes birîndar bûn." Û diyar kir ku agir ji ber karê qayimkirinê yê li ser tankerê çêbûye.
Soomro got, "Dema ku tîmên îtfaîyeyê micadele didan agir kontrol bikin, qamyon teqîya," û da zanîn ku di bûyerê de karmendên îtfaîyeyê bi giranî birîndar bûn.
Soomro diyar kir ku çar polêsên ku ji bo rakirina welatiyan hatine cihê bûyerê jî birîndar bûne û got ku kesên ku nêzîkî tankera petrolê bûn ji sedî 70-80 şewitîne.
Soomro got, "Kesên ku bi giranî şewitîne bi helîkopterê bo Quetta hatin veguhastin."
Berdevkê Hikûmeta Belûcistanê Şahîd Rind di daxuyaniya xwe de got ku di bûyerê de zêdetirî 30 kes şewitîn.
Rind got, "Agir ewqas dijwar bû ku wesayîta îtfaîyeyê ya li cihê bûyerê jî girt nav xwe."
Li gorî lêkolînên destpêkê, dema ku sotemeniya rijandî ji teref xelkê deverê ve dihat berhevkirin, teqîn û agir ji ber cixareyekê çêbûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Ensarullah, Mihemed el-Buhayti, tekez kir ku operasyonên leşkerî yên Ensarullah li Behra Sor berdewam dikin û got ku ev operasyon ji êrîşên Emrîkayê tesîrdar nabin.
Artêşa rejîma sîyonîst (ÎDF) cara yekem li Xezzeyê, li dijî sivîlan dest bi bikaranîna mûşeka xwemalî ya bi navê "Bar" kir.
Li wîlayeta Liaoning a Çînê, di şewateke li xwaringehekê de 22 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Sedema agir hêna jî nehatiye zanîn, lê lêpirsîneke berfireh li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Ron Dermer, ku qaşo Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê çeteya îşxalker e, ragihand ku qirkirina li ser Xezzeyê wê salek din jî bidome.