Li Pakistanê bi wesayîta bombeyî êrîş hat lidarxistin: 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajara Qîllah Abdullahê di cîhê bazarê de bi wesayîta bombekirî çalakîyeke terorê hat lidarxistin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li bajara Qîllah Abdullahê di cîhê bazarê de wesayîtekî bombe tijîkirî hat teqandin.
Di encama êrîşa terorî de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Derheqê bûyerê de alîkarê komîser Abudllah Rîaz daxuyanîyek da.
Di daxuyanîya Rîazê de hat îfadekirin ku li bajara Belucistana nêzê sînora Efxenistanê doh êvarê wesayîtekî bombe tijîkirî hat teqandin. Di encama teqîna ku li nêzê bazarê hat teqandin de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku di encamê de çend dikan û xanî jî zerarê dîtin.
Li ser vê bûyerê Berdevkê hikûmeta Belucistanê Shahid Rind, daxuyanîyek da û îfade kir ku ew vê êrîşa bi bombeyê şermezar dikin û derheqê bûyerê de jî tehqîqat dane destpêkirin.
Heta niha tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana zêde ya li Çînê pênc kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî winda bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 475an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 121 hezar û 398 kesan.
Rejîma sîyonîst, plan dike ku li sînora Urdinê ku 425 kîlometre ye xetek ewlehîyê çêbike. Wezîrê parastinê yê qaşo, vê gavê jî wek “Li hember teşebûsên veguherina cepheyan a ji sînora terorê re ya ji teref Îranê ve gavekî stratejîk e.” Wesifand.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, daxuyand ku micahîdên wan, hêzên îşxalkerên ku li alîyê bakurê Xezzeyê ve dimeşîyan hedef girtin, sê wesayît ketin nav kemînê û gelek leşkerên sîyonîst mirin an jî birîndar bûn.