Li Pakistanê qezaya trênê: 5 mirî, 30 birîndar
Li herêma Pencap a Pakistanê trên ji rêya xwe ya hesinî derket, di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li bajara Peşawera bakurrojava ya Qereçîyê pêk hat û hat îfadekirin ku trêna ku ji rê derketîye trêna Ekspresa Rehman Baba bûye.
Li gorî daxuyanîyên polês, 14 vagonên trêna rêwîyan bi temamî ji rê derketîye û di encamê de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dane, 30 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker di serdegirtina gundê Breyka yê berê li gundewarê Quneytrayê yê Sûrîyeyê de ciwanek revand û ew bir Bilindahiyên Golanê yên ku di bin dagirkeriyê de ne.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yahya Serî ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Xalid li Riyadê bi mûşekek balîstîk û Baregeha Hewayî ya Xemîs Muşît jî bi droneyekê hatiye hedefgirtin.
Li herêma Pêçîya Celîl a nêzê sînora Lubnanê teqînek pêk hat, li gorî diyarîyên ewil di encama teqînê de çeteyek îşxalker mir, 20 kes jî birîndar bûn.